• Wednesday, 18 February 2026
logo

Şervanên YPGê otombîleke Tirkiyê li Efrînê diteqînin

Gulan Media February 22, 2018 Nûçe
Şervanên YPGê otombîleke Tirkiyê li Efrînê diteqînin
Navenda ragihandina YPGê vîdyoya teqandina otombîleke leşkerî ya Tirkiyê belav kir û ragihand, şervanan li gundê Ereb Wêranê yê Efrînê di operasyonekê de ew otombîla leşkerî teqandin.

Berê jî YPGê hin vîdyoyên armanckirin û teqandina tank, zirîpoş û otombîlên leşkerî yên artêşa Tirkiyê li gundên Efrînê belav kiribû ku ji aliyê şervanên YPG û YPJ hatibûn armanckirin.

Belavbûna vê vîdyoyê di demekê de ye, ji pêr ve beşek ji hêzên Berevaniya Şeibî ya ser bi artêşa Sûriyê ve gihîştin Efrînê û li gor Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Hesekê diyar kiriye, ku ew hêz dê ligel şervanên YPGê li sînorê Efrînê belav bibin û rûbirûyî artêşa Tirkiyê bibin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî ve zêdetir ji mehekê dest bi êrîşa li ser Efrînê kirine, fermandarên YPGê jî didin zanîn ku ta niha artêşa Tirkiyê ti pêşketineke berçav di herêma Efrînê de nekirine.

K24
Top