• Wednesday, 18 February 2026
logo

li Pîrmamê Barzanî ji bo Efrînê bi ENKSê re civiya

Gulan Media February 22, 2018 Nûçe
li Pîrmamê Barzanî ji bo Efrînê bi ENKSê re civiya
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) kir û bi wan re rewşa Efrînê gotûbêj kir.

Barzanî rûdanên siyasî û ewlekariyê yên Rojava û herêma Efrînê, pêşeroja rojhilatê çemê Firatê û hevkêşeyên leşkerî û siyasî yên li wê herêmê gotûbêj kirine.

Desteya Serokatiya ENKSê jî di civînê de behsa têkiliyên xwe yên li gel hêzên siyasî yên Rojava û aliyên din ên Sûriyeyê û çalakiyên xwe kir.

Li gorî agahiyan, Barzanî jî behsa pêşeroja gelê kurd li Sûriyeyê û astengên li pêşberî wan kiriye û herwiha nerînên xwe li ser Rojava ji şandeya mêvan re ragihandin.

Waar.tv
Top