Divê Tirkiye demildest ji Efrînê vekişe
Jurgen Hardt di derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê axivî û bang li Tirkiyeyê kir ku vê operasyonê bidawî bîne û ji Efrînê vekişe.
Hardt wiha axivî: ‘Divê hikûmeta Tirkiyeyê vê operasyonê bilez bidawî bîne û li ser kontrola sînorê xwe rawest e. Divê Konseya Atlantîka Bakûr (NAC) jî li hemberî Tirkiyeyê vê helwestê nîşan bide.’
Artêşa Tirkiyeyê û çekdarên girêdayî wê ev zêdetirî mehekê ye bi hemû hêza xwe êrişî Efrînê dikin û di van êrişan de hejmareke zêde ya xelkê sivîl ku zarok û jin û kal û pîr jî di nav de ne canê xwe ji dest dane.
