• Wednesday, 18 February 2026
logo

YPGê çend taxên Helebê radestî Artêşa Sûriyê kirin

Gulan Media February 22, 2018 Nûçe
YPGê çend taxên Helebê radestî Artêşa Sûriyê kirin
Hat ragihandin ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) çend taxên Helebê radestî Artêşa Sûriyê kirine.



Çavkaniyeke taybet ji bajarê Helebê ji Rûdawê re got, hêzên Artêşa Sûriyê derbasî nav hinek taxên Helebê bûn ku berê di destê YPGê de bûn.



Heman çavkaniyê da zanîn ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) taxên Bustan Paşa, Hulluk, Heyderiyê û Benî Zêd radestî Artêşa Sûriyê kirine, lê taxa Şêx Meqsûd hê jî di destê YPGê de ye.



Çavkaniya taybet a Rûdawê diyar ku Hikûmet û YPG li ser Şêx Meqsûdê di danûstandinê de ne û pêşniyar heye YPG ji Şêx Meqsûd derkeve û Asayiş lê bimîne. Herwiha da xwiyakirin ku Ala hikûmeta Sûriyê li taxa Şêx Meqsûd bilindkirî ye.



Di heman demê de Rêxistina Çavderiya Mafên Mirovan a Sûriyê jî ku navenda wê li Londonê ye ragihand ku hêzên hikûmeta Sûriyê çûne nav wan taxên berê di destê YPGê de bûn.



Li ser rêkeftina YPG û hikûmeta Sûriyê, hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ku wek Hêzên Gel anku Hêzên Şabî tên binav kirin, roja Sêşemê (20.02.2018) derbasî nava herêma Efrînê bûbûn.



Li gor medya Rûsî û Sûriyê, doh (21.02.2018) jî hêzeke din a hikûmeta Sûriyê bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û rûbirûbûna êrişên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê çûye herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê.



Ji roja 20ê Çileya 2018ê ve êrîşên Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê bo ser Efrînê dest pê kirine û heta niha berdewam in. Di van êrîşan de dehan welatiyên sivîl bûne qurbanî û birîndar bûne.

Rudaw
Top