Li 8 bajarên Başûr bo Efrînê meş tên lidar xistin
KNK’ê piştî Kelar û Helebçeyê duh li bajarên Silêmanî, Koyê û Ranya yên Başûrê Kurdistanê civîn li dar xist û bernameya meş û çalakiyên ji bo Erînê yên li 8 bajarên Başûrê Kurdistanê eşkere kir. Amadekariya ji bo çalakiyan dest pê kir.
Endamên KNK’ê ji bo meşên li bajarên Silêmanî, Kelar, Helebçe, Ranya, Koyê, Diyana, Hewlêr û Duhokê, li van bajaran dest bi kar kirin. Endamên KNK’ê bi vê armancê serdana malan, kargeh, saziyên fermî û nûnerên eşîran dikin. Çav li rê ye ku meş û xwepêşandanên li van bajaran bên lidarxistin girseyî bin û nerazîbûneke tund li dijî dagirkeriya Tirk were nîşandan.
Rudaw
