YPG: Hîn ti rêketin ji bo hatina artêşa Sûriyê nav Efrînê çênebûye
Birûsk Heseke diyar kir, ku hin xelkê sivîl ji Helebê tevlî YPGê bûne, daku li gel wan bergiriyê li Efrînê bikin.
Ji aliyê xwe ve televizyona fermî ya Hikûmeta Sûryê tekez kir, ku biryar e di çend demjimêrên bê de, hêzên taybet yên artêşa Sûryê, derbasî nav bajarê Efrînê bibin, ew jî li gorî rêketinekê ku di navbera YPGê û Hikûmeta Sûryê de hatiye kirin
Ew rêketina YPG û Hikûmeta Sûryê, ji bo radestkirina Efrînê, piştî êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyê hat û çendîn civîn jî di navbera YPG û Hikûmeta Sûryê de ji bo vê armancê hatin lidarxistin.
Berî niha hevseroka kantona Efrînê Hêvî Mistefa red kir, ku artêşa Sûryê di çend rojên dahatî de derbasî nav Efrînê bibin, lê duh Bedran Çiya berpirs di rêveberiya xweser de ragihandibû, ku ew li gel Hikûmeta Sûryê rêketine û di çend rojên bê de wê artêşa Sûryê derbasî Efrîn bibe.
K24
