• Wednesday, 18 February 2026
logo

20 çekdarên Heşda Şebî ji aliyê DIŞIê ve hatin kuştin

Gulan Media February 20, 2018 Nûçe
20 çekdarên Heşda Şebî ji aliyê DIŞIê ve hatin kuştin
Hat zanîn ku 20 çekdar ji wan çekdarên Heşda Şebî yên ku ji aliyê DIŞIê ve hatibûn revandin, hatine kuştin.

Duhî li gundê Seidûniye li devera Riyaz ya bajarokê Hewîce li başûrê Kerkûkê, komek çekdarên Heşda Şebî rastî êrişa çekdarên DIŞIê hatibûn.

Rayedarên Heşda Şebî gotibûn ku di wî şerî de 27 çekdarên wan ji aliyê DIŞIê ve hatine revandin.

Lê berdevkê Heşda Şebî li eniya bakûrê Iraq, Elî Husênî ragihandiye, îro danê sibê termê 20 çekdarên wan li gundê Seidûniye hatine dîtin.

Elî Husênî behsa 7 çekdarên din yên Heşda Şebî jî nekiriye ka çi li wan hatiye.

Top