YPG: Hêzên Sûriyê derbasî Efrînê nabin
Îro danê sibê ajansa fermî ya Sûriyê, SANA, da zanîn ku “li ser daxwaza rêveberiya kantona Efrînê” hêzên Sûriyê dê di nav çend saetên din de derbasî Efrînê bibin û li hember hêzên Tirkiyê şer bikin.
Li ser vê mijarê, berdevkê YPGê li Efrînê Birûsk Hesekê ji ajansa Rûsî ya Sputnikê re gotiye, ew nûçe derew in ji ber ku tiştekî wisa nîne û ti rêkeftinek jî di navbera YPG û rêjîma Sûriyê de nehatiye kirin.
Birûsk Hesekê her wiha gotiye, eger di wê mijarê de tiştekî nû hebe dê ji raya giştî re ragihînin. Eger hêzên Sûriyê derbasî Efrînê bibin em venaşêrin û emê ji raya giştî re bêjin.
Wî fermandeyê YPGê di bersiva vê pirsê de jî, ku gelo di navbera YPG û rêjîma Sûriyê de hevdîtin heye yan na, tiştek negot û tenê ragihand ku haya wî ji tiştekî nîne.
Basnews
