Barzanî û Zerîf pêşxistina têkeliyên Herêma Kurdistanê û Îranê gotûbêj dikin
Seredana Serowkezîr Nêçîrvan Barzanî ji bo Taranê, dîdar û civînên bi berpirsên Komara Îslamiya Îranê re û encamên wê seredanê, diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê, di civînê de, hatin gotûbêj kirin û di vê çarçoveyê de, her du aliyan tekîd li ser çareserkirina hemû pirsgirêkên navbera Hewelêr û Bexdayê li ser bingeha destûra Îraqê, kir.
Rewşa siyasiya Îraq û herêma Kurdistanê, hilbijartinên bên yên Îraqê, rewşa herêmî bigiştî çend mijarên din yên civîna serowkezîrê Herêma Kurdistanê û wezîrê derve yê Komara Îslamiya Îranê bûn.
Di civînê de, Fuad Hisên Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Têkeliyên derve û Dilşad Barzanî Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Almanyayê amade bûn.
