Serok Barzanî beşdariya festîvala 65 saliya YXK kir
Duh li Hewlêrê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ( YXK) bi minasebeta 65mîn salvegera damezrandina xwe festîvalek bi beşdariya Serok Barzanî organîze kir.
Di destpêka festîvala han de pêşengeha hunerî ya taybet bi YXKê ji aliyê Serok Barzanî ve hate vekirin û têde hijmarek tabelayê şêwekarî û karên destî hatibûn nîmayîşkirin.
Piştî vekirina pêşengeha han festîvala 65 saliya damezrandina YXKê bi çalakiyên curbicur dom kir.
