• Wednesday, 18 February 2026
logo

Kurdistan û Kuwêt têkeliyên xwe di hemû waran de berfirehtir dikin

Gulan Media February 18, 2018 Nûçe
Kurdistan û Kuwêt têkeliyên xwe di hemû waran de berfirehtir dikin
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya beşdarîkirin di konferensa Asayîşa Munchen de roja 17.02.2018, digel Şêx Xalid Alcerah Alsebah Cîgirê Serokwezîr û wezîrê navxwe yê Kuwêtê civiya û Barzanî sipasiya Kuwêtê kir ku şandeya Herêma Kurdistanê ji bo beşdariyê di konferensa jinûveavadankirina Îraqê de bikin vexwand.



Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî behsa têkeliyên Herêma Kurdistan û Kwêtê kir û rola konsulxaneya Kuwêtê li Herêma Kurdistanê bilind nirxand û got ku Herêma Kurdistanê dixwaze têkeliyên xwe di hemû waran de digel Kuwêtê berfireh bike û derfetên kar ji bo berhemanînê di warên çandinî, tûrîzm, pîşesazî ji bo şirket û kompaniyên kwêtî biafirîn e.



Serokwezîrê ji şandeya Kuwêtê re behsa pirosesa diyaloga navebra Hewlêr û Bexdayê, pabendbûna Herêma Kurdistanê bi çareserkirina hemû pirgirêkan bi hikûmeta Îraqa Federal re li ser bingeha destûra Îraqê, rewşa asayîş û aramiyê li deverê, ew hijamra zêde ya koçber û penaberên li Herêma Kurdiatnê hatîne hewandin û giringiya aramî û îstîqrara deverê û afrandina derfetên kar ji bo koçber û penaberên ji bo ser mal û milkên xwe vedigerin, kir.



Her du aliya behsa têkşikandina DAÎŞê kir û tekîd li ser wê yekê kir ku ji bona berhingarbûna hizira DAÎŞê divê di ware siyasî, aborî û civakî jî de xebat berdewam bin.



Pirosesa siyasî û hilbijartinên bên Îraq û HerêmaKurdistanê mijarên din yên civînê bûn.



Di civînê de, Fuad Hisên Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Têkeliyên Derve û Dilşad Barzanî Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Almanyayê amade bûn.



Top