Karmendekî asayişê li Kerkûkê hat kuştin
Şevê din li nêzîkî mizgefta Şafi'î, ji aliyê çend çekdarekî ve, Semîr Hesen Xerîb, hat şehîdkirin ku bi xwe jî karmendê asayişa Partî ye û kurê hunermend Hesen Xerîb e.
Li gorî jêderekî polîsê Kerkûkê, heya niha sedema kuştina wî zelal nebûye.
Piştî 16ê Cotmeha sala derbasbûyî û dagîrkirina navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê, ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên Iraqî ve, teror û revandin û li wan navçeyan zêde bûne û berdewam welatî û karmendên Kurd di dezgehên emnî de, ji aliyê milîsên çekdar ve tên ermanckirin.
K24
