Rewşa dawî ya Efrînê: Şer li Cindirêsê dijwar bûye
Êrişên ser Efrînê de, şer û pevçûn li deverên sînorî û çend gundên wê herêma Rojavayê Kurdistanê di navbera şervanên YPG/HSD û hêzên Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de berdewam in.
Êrişa Artêşa Tirkiyê û çekdarên dijbereya Sûriyê yên girêdayî wê bo ser herêma Efrînê derbasî roja 30an bû. Îro Yekşemê şer û pevçûnên dijwar li devera Cindirêsê hene û gundên her du deverên Şera û Reco rastî topbaranê hatine.
Çavkaniyeke taybet ji devera Cindirêsê ji Rûdawê re dan zanîn ku vê sibehê şer û pevçûnên dijwar li başûr û rojavayê bajarokê Cindirêsê hene.
Li gorî wê çavkaniyê, şer ji gundê Dêwa yê jorîn û heta Hec Iskenderê û Hemamê berdewam in. Çavkaniyên ser bi artêşa Tirkiyê ve ragihandibûn ku hêzên wan nêzîkî bajarokê Cindirêsê bûne. Lê çavkaniya taybet bi Rûdawê ev yek red kir û tekez kir ku şer û pevçûn hîn li gundên derdora Cindirêsê ne.
Heman Çavkaniyê diyar kir ku şeva borî topxaneya artêşa Tirkiyê bi tundî derdora gundên Cindirêsê ji Kefersefrê heta gundê Celemê topbaran kiriye.
Ji devera Şera jî li rojhilatê Efrînê, çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re da zanîn ku şeva borî 2 top li gundê Gabeleka li rojavayê Şera ketine. Li gorî heman çavkaniyê, di encamê de zerar û ziyan gihaştiye mala muxtarê gund û jinek jî birîndar bûye.
Çavkaniyê herwiha diyar kir ku şeva borî derdora gundên Metîna, Sînka û Xirabê Reş jî rastî topbaranê htine.
Heman çavkaniyê got ku şeva borî balafirên Tirkiyê bê navbir di ser herêma Efrînê re digeriyan lê heta niha nehatiya zanîn ka bê ti dever hatiye bombebarankirin an na.
Ji devera Raco jî, çavkaniyekê ji Rûdawê re da zanîn ku şeva borî 2 top li nav gundê Badîno, 10 kîlometreyan dûrî sînor, ketine û zerar û ziyan gihaştiye malên xelkê.
Çavkaniyê herwiha diyar kir ku xelkê Badîno di encama topbaranê de malên xwe bi cî dihêlin.
Rudaw
