• Wednesday, 18 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Joe Biden diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê dinirxînin

Gulan Media February 18, 2018 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Joe Biden diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê dinirxînin
Di çarçoveya konferensa Asayîşa Munchen de, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Joe Biden Cîgirê serokê berê yê Amarîkayê ku dostekî dêrîn yê gelê Kudistanê ye, civiya û çened pirsên giring gotûbêj kirin.

Di civînê de ku, Mesrûr Barzanî şîretmendê ewlekariya Herêma Kurdistanê, Fuad Hisên serokê dîwana seroaktiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve û Dilşad Barzanî nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Almanyayê made bûn, her du aliyan rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawiyê yên diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin û behsa qonaxa piştî DAÎŞê, pirosesa siyasî û hilbijartinên bên yên Îraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Nêçîrvan Barzanî careka din li ser navê gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê sipasia rol û dostîniya Joe Biden û dostên din yên gelê Kurdistanê li Amarîkayê kir û jê re behsa qonxa piştî DAÎŞê, pêşhatên dawiyê yên diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê kir û hêvî xwest ew diyalog bigihe encamên erênî û li ser bingeha destûrê hemû pirs çareser bibin.


Top