Tirkiye ji Amerîka dixwaze ku hêzeke Amerîkî-Tirkî li Minbic bicih bikin
Li gorî ku hatiye belavkirin, hîn Amerîka biryara xwe li ser wê pêşinyarê nedaye, lê gotiye ewê vê pêşinyarê gotûbêj bike û paşê bersiva xwe bide.
Berî niha çendîn caran Tirkiyê ji Amerîka kiribû ku hêzên xwe ji Minbic bikişîne, daku karibe operasyonekê wek ya Efrînê li wê deverê jî li dijî YPGê destpê bike, lê Amerîka ew yek heya niha bicî nekiriye, herweha çendîn car Tikiyê hişyarî da Amerîka ku her serbazekî Amerîkî cilên HSDê li Minbic li xwe kiribe, wê têkeve ber êrîşên Tirkiyê de.
K24
