Wezîrê Derve yê Îtalyayê: Piştevanî û dostîniya me bi Herêma Kurdistanê re berdewam dibe
Di civînê de, Angelino Alfano pesina rola Herêma Kurdistan û pêşmergeyê Kurdistanê li şerê dijî DAÎŞê da û tekîd li ser dostanî û piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê kir û dilxweşiya xwe jî li hember destpêkirina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da û hêvî xwest ew danûstandin serkeftî bin.
Nêçîrvan Barzanî, ji bona wan hevkarî û piştevniya di dema şerê dijî DAÎŞê pêşkeşî pêşmerge û Herêma Kurdistanê kirine, sipasiya Îtalyayê kir û tekîd li ser giringiya rola Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî terorê kir û got ku tevî têkşikandina DAÎŞê ji aliyê leşkerî ve, giringe hokarên çêbûn û dirustbûna DAÎŞ û terorê li Îraqê û hizrûbîrên teror û tunûtûjiyê bên binbirkirin.
Rewşa herêmî û giringiya hevkarî û hevahengiya navdewletî ji bo berhingarbûna terorê mijarên din yên civînê bûn.
