• Saturday, 28 February 2026
logo

Ciwanekî Kurd li New Zelandê bûye stêrkê futbolê

Ciwanekî Kurd li New Zelandê bûye stêrkê futbolê

Ciwanekî Kurd ê ji Kobaniya Rojavayê Kurdistanê li New Zelandê bûye stêrkekî futbolê.

Ehmed Osman, xortekî 20 salî ye, piştî şerê Kobanî sala 2015an çû Lubnanê, xewna wî ew bû bibe lîstikvanekî navdewletî yê futbolê.

Osman li Lubnanê bi tîmeke Kurdan re lîst û dawiya sala 2016an bi rêya Netewên Yekgirtî tevî dayik û 2 xwîşkên xwe çû New Zelandê.

Ew ciwanê Kurd li New Zelandê bi tîma gencan a niştîmanî ya New Zelandê re lîst û tîmekî futbolê ya wî welatî jî Ehmed Osman dibe cem xwe û ew weke golkar (forvet) bi wan re dilîze.

Tîmeke Sûriyê jî çavê xwe berdaye Ehmed û dixwaze bi wan re bilîze.

Niha tîma Stutgart ya Almanî jî li ser xetê ye û dixwaze futbolîstê Kurd bikire û hêdî hêdî Ehmed Osman xewna xwe pêk tîne.

Rudaw

Top