• Saturday, 28 February 2026
logo

Golparêzê bejin 110 santîmetir xeyala xwe pêk anî

Golparêzê bejin 110 santîmetir xeyala xwe pêk anî

Îsmaîl Kele yê 41 salî û bejin 110 santîmetir ronahiya çavekî wî jî kêm e, xeyala xwe ya zaroktiyê pêk anî û bû golparêz.

Îsmaîl Kele yê li Sûra Ameda Bakurê Kurdistanê, bi belgeya lîsansê ku wergirtiye, di lîga 1ê de di tîma futbolê de wek golparêzê sêyemîn dest bi rahênanan kiriye û dixwaze di şampiyona liga 1 a Futsal a nabîneyan a Tirkiyê de, ku dê di îlonê de li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bê li dar xistin de bilîze.

Îsmaîl Kele, Golparêz, dibêje, “Ji zaroktyê ve xeyala min bû ku ez bibim golparêzêk. Lê derfeta min çênebû. Li gund min bi hevalên xwe re dilîst û ez herdem golparêz bûm. Ez niha gelek kêfxeşim û dixwazim wek golparêzekî herî kurt bikevim dîroka cîhanê.”

Herwiha Îsmail Kele li gel ku ronahiya çavekî wî kêm e, bejna wî kurt e jî lê sînor nas nake û bo xeyala xwe pêk bîne rojane rahênanan dike û kesên ku derfet jê re ava kirine jî bi wî bawerin.

Serokê Kluba Werzişê ya Kêmendaman a Şaredariya Kayapinarê diyar dike ku ew dixwazin Îsmaîl Kele bi serkeftinê bikeve Pirtuka Ginnêsê.

Emin Erdogan, Serokê Kluba Werzişê ya Kêmendaman a Şaredariya Kayapinarê, dibêje, “Performansa wî gelek baş e. Em jî gelek kêfxweş in ku me xeyalê wî yên zaroktî pêk anîne. Di golparêziyê de bejna kurt her çiqas faktoreke neyînî be jî, lê bi rêbazan em ê alîkarî bidin ku Îsmaîl serbikeve. Bo Îsmaîl bibe golparêzekî baş em ê herdem alîkar bin."

Îsmaîl yek ji wan kesan e ku tu astengiyê nas nakin û li dû xeyalên xwe diçin. Ev minak roj bi roj zêde dibin û bo mirovên ku tişta dixwazin pêk bînin jî dibin hêviyeke mezin.

Golparêzê bejin 110 santîmetir xeyala xwe pêk anî
Top