• Wednesday, 18 February 2026
logo

Rojnamevanê Kurd bi nîşandana wêneyên zarokên Efrînê Serokwezîrê tirk aciz dike

Gulan Media February 16, 2018 Nûçe
Rojnamevanê Kurd bi nîşandana wêneyên zarokên Efrînê Serokwezîrê tirk aciz dike
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim li Almanyayê hevdîtinek pêkanîn û piştî hevdîtinê civîneke hevbeş a rojnamevaniyê hat lidarxistin. Di vê civînê de rojnamevanekî Kurd bi nîşandana wêneyên zarokên Efrînê serokwezîrê tirk aciz dike.

Di dema birêveçûna civînê de rojnamevanekî Kurd Armanc Egîd Nêrweyî ku berî niha xebatkarê BasNewsê bû û niha weke freelance karê xwe berdewam dike wêneyên zarokên Efrînî yên ku di êriş û bordûmanên Tirkiyê de birîndar bûne nîşanî serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim dan.

Serokwezîrî tirk Bînalî Yildirim jî bi dîtîna van wêneyêan pêşiyê bi ken bertek nîşan da û piştre jî aciz bû. Lêbelê rojnamegerê Kurd jî her li ser bilindkirina wêneyên zarokên Efrînê yên mexdûrê êrişên Tirkiyê berdewam kir û piştre pasewanên Yildirim ew wêne ji destê rojnamevanê Kurd wergirtin.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim jî li ser vê yekê aciz bû û bertek nîşanî wî rojnamegerê Kurd da û îdîa kir ku ew wêne ne yên Efrînê ne û wiha got, ‘Propagandayê neke. Ew wêneyên bûyerên cuda ne. Eger tu bixwazî tiştên li Efrînê diqewimin bibînî were li wir bibîne. Hewl nede ku balê bikişînî ser.’

Artêşa Tirk û çekdarên girêdayî wê ev nêzî mehekê ye bi hemû hêza xwe êrişî Efrîna Rojavayê Kurdistanê dikin û heta niha hejmareke mezin ya xelkê sivîl bûne qurbaniyên van êrişan.

Basnews
Top