• Wednesday, 18 February 2026
logo

Amerîka: Piştevaniya me ya bo hêzên Kurdî wê berdewam bike

Gulan Media February 16, 2018 Nûçe
Amerîka: Piştevaniya me ya bo hêzên Kurdî wê berdewam bike
Berdevke Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert diyar kir ku ew û Tirkiye hevalbendên hev ên NATOyê ne lê di navbera wan de kêşe hene.

Heather Nauert di civîna heftane de axivî û ragihand ku Amerîka ambargoyekê li dijî Tirkiyeyê pêk nayîne û di derbarê baregeha Încîrlîkê de jî kêşeyek nîn e.

Heather Nauert herwiha bibiîr xist ku wan ji budçeya 2019an 550 milyon dolar bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) veqetandine û piştevaniya wan a ji bo HSDê wê berdewam bike.

Herwiha Nauert eşkere kir ku divê her alî bala xwe bide li ser jinavbirina DAIŞê.

Basnews
Top