• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokwezîrê Tirkiyê: Emê bi Amerîka re jî şer bikin!

Gulan Media February 15, 2018 Nûçe
Serokwezîrê Tirkiyê: Emê bi Amerîka re jî şer bikin!
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ji ber xatirê YPGê gef li Amerîka xwar û ragihand, Tirkiye dê bi Amerîka re jî şer bike!

Pêwendiyên Tirkiye û Amerîka roj bi roj aloztir dibin û nakokiyên navbera Waşington û Enqerê jî kûrtir dibin.

Yek ji wan mijarên ku bûne sebeba aloztirbûna pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê, piştevaniya Amerîka bo YPGê ye û ev yek bi operasyona Efrînê de derket lûtkê.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim, ku ji bo civîna ewlehiyê ya Mûnîxê çûye Almanya ye, ji televîzyona Almanî ya ARD re behsa operasyona Efrînê û helwesta Amerîka li hember YPGê kiriye û gotiye, Tirkiye jî endamê NATO ye Amerîka jî, her du welat hevpeymanên hev in. Ji ber wê jî nabe Amerîka alîkariya YPGê bike. Em ji vê yekê aciz in.

Yildirim li ser gefên ku serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li fermandeyekî Amerîkî xwaribû û jê re gotibû, “Xuya ye wî hîn sîleya Osmanî nexwariye” jî gotiye, niyeta me nîne em Amerîka tehdîd bikin lê em dibêjin bila Amerîka alîkariyê nede rêxistina terorîstî ya YPGê. Lê eger Amerîka li kêleka YPGê li dijî me şer bike emê bi Amerîka re jî şer bikin!



Basnews
Top