• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li navçeya Şiyê şerekî giran derketiye

Gulan Media February 15, 2018 Nûçe
Li navçeya Şiyê şerekî giran derketiye
Li navçeya Şiyê ya Efrînê pevçûnên giran di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û artêşa Tirkiyê de derketin.

Peyvdarê YPGê li Efrînê, Birûsk Hesekê ji K24ê re ragihand, şer û pevçûnên giran di navbera hêzên wan û artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve li derdora gundê Çeqela ya navçeya Şiyê derketin û ta niha şer bi dijwarî li wê eniyê dewam dike.

Li gor zanyariyên K24ê jî, şer û pevçûn li gundên Dêwa û Dêr Belûtê yên ser bi navçeya Cindirêsê ve jî bi dijwarî didome.

Êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve îro derbasî roja xwe 27emîn bûye û ta niha li topbaran û bombebarana wan li hemû navçeyên Efrînê berdewam e.

Di çend rojên dawiyê de topbarana artêşa Tirkiyê gihêşt gundên nêzîkî Efrînê wek Ciwêq, Eyn Hecer û Stêr û Turindê.

K24
Top