• Wednesday, 18 February 2026
logo

Coats: Tirkiye naxwaze Kurd li Rojhilata Navîn pêşde herin

Gulan Media February 15, 2018 Nûçe
Coats: Tirkiye naxwaze Kurd li Rojhilata Navîn pêşde herin
Serokê Daîreya Îstixbarata Neteweyî ya Amerîka Dan Coats, li Komîsyona Îstixbaratê ya Senatoyê diyar kir ku Tirkiye naxwaze Kurd li Rojhilata Navîn pêşde herin.

Coats da zanîn ku operasyona Tirkiyê ya dijî Efrînê, têkoşîna dijî DIŞI zortir dike û hêzên Amerîkî dixe nav metirsiyê.

Coats diyar kir ku tevî ku li hin herêmên Sûriyê bûyerên tundûtûjiyê kêm bûne jî ewê di sala 2018’an de jî pevçûn bidomin.

Coats got ku zehmetiyên civakî û siyasî ji DIŞIê re qadê firehtir dike û Îran jî vê yekê bo hêza xwe ya ser hêzên Îraqî mezintir bike dê bikar bîne.

Top