• Wednesday, 18 February 2026
logo

Selahedîn Demirtaş careke din tê darizandin!

Gulan Media February 14, 2018 Nûçe
Selahedîn Demirtaş careke din tê darizandin!
Parlamenterê Stenbolê û Hevserokê HDPê yê berê Selahedîn Demirtaş ji bo doza ku jê girtiye ji Edirneyê birin dadgeha Enqereyê.

Parlamenterê Stenbolê û Hevserokê HDPê yê berê Selahedîn Demirtaş 4ê Mijdara 2016an di çarçoveya lêpirsînekê de li bajarê Amedê hatibû binçavkirin û paşî şandibûn Girtîgeha Edirneyê. Demirtaş ji Edirneyê bo daneşîna Dadgeha Cezaya Giran a 19emîn birin Enqereyê.

Doza Demirtaş ji bo ku salona Edliyeya Enqereyê biçûk e li salona kampusa Girtîgeha Sincanê dê werekirin. Tê peşbînîkirin ku zêdetirî 100 parêzerî ji bo parastinê tevlî doza Demirtaş bibe.

Demirtaş bi îdîaya ‘avakirin û rêvebiriya rêxistinê', ‘propagandeya rêxistinê' û ‘pesindayîna sûc û sûcdar' bi 142 sal cezayê hepsê tê darizandin.

Basnews
Top