• Wednesday, 18 February 2026
logo

176 gund û mezrikên Diyarbekirê hat qedexekirin

Gulan Media February 14, 2018 Nûçe
176 gund û mezrikên Diyarbekirê hat qedexekirin
Li 4 navçeyên Diyarbekirê, çûnehata 176 gund û mezrikan hat qedexekirin. Qedexe ji bo gund û mezrikên navçeyên Farqîn, Pasûr, Hezro û Liceyê hat ragihandin.

Parêzgeriya Diyarbekirê ji bo 176 gund û mezrikên 4 navçeyên Diyarbekirê qedexeya derketina kuçe û kolanan ragihand. Li gorî daxuyaniya parêzgeriyê: 30 gund û 30 mezrikên Farqînê, 30 gund û 60 mezrikên Pasûrê, 7 gund û 8 mezrikên Liceyê û 4 gund û 7 mezrikên Hezroyê ji bo operasyonên li hember endamên PKK’ê ji çûnehatê re hatine qedexekirin û qedexeya li ser gund û mezrikên navborî dê heta bangewaziyeke duyemîn a parêzgeriya bajêr dewam bike.

Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand ku Qedexeya ku îro (14.02.2018) Ddemjimêr di 08:00’an de hat ragihandin, dê heta bangewaziyeke duyemîn berdewam bike.

K24
Top