• Wednesday, 18 February 2026
logo

Sûriye - Bi sedan çekdarên DAIŞê teslîmî çekdarên îslamî yên alîgirên Tirkiyê bûn!

Gulan Media February 14, 2018 Nûçe
Sûriye - Bi sedan çekdarên DAIŞê teslîmî çekdarên îslamî yên alîgirên Tirkiyê bûn!
Li herêma Idlibê ya Sûriyê, bi sedan çekdarên DAIŞê teslîmî çekdarên îslamî yên alîgirên Tirkiyê bûn.

Serokê dezgeha mafên mirov li Sûriyê, Ramî Ebdulrehman ji ajansa AFP re gotiye,duhî li devera El Xeweyn ya Idlibê 250 çekdarên DAIŞê bi jin û zarokên xwe ve teslîmî çekdarên îslamî yên dijberên rêjîma Sûriyê bûn.

Ramî Ebdulrehman daye zanîn, bi giştî DAIŞiyên ku duhî teslîmî çekdarên îslamî yên alîgirên Tirkiyê bûn, derdora 400 kesî ne, bi vî rengî li Idlibê êdî çekdarên DAIŞê nemane.

Berdevkê grûpeka çekdar bi navê Ceyş El Nesir jî ragihandiye, piştî ku wan çeperên DAIŞê yên li devera El Xeweyn dan ber topan êdî çekdarên DAIŞê hêza wan ya şerkirinê nema û teslîm bûn.

Basnews
Top