• Wednesday, 18 February 2026
logo

Silêman Fano: Xelkê Şingalê ji sozên Ebadî bê hêvî bûne

Gulan Media February 14, 2018 Nûçe
Silêman Fano: Xelkê Şingalê ji sozên Ebadî bê hêvî bûne
Rayedarekî êzîdî dibêje, kurdên êzîdî êdî ji sozên hikûmeta Iraqê yên bo nûavakirina devera Şingalê bê hêvî bûne.

Endamê encumena nahiya Sinûnê ya Şingalê, Silêman Fano ji BasNewsê re got, piştî ku Heşda Şeibî devera Şingalê dagîr kiriye, hikûmeta Iraqê tenê mijûlî siyasetê ye û tiştekî bo xelkê deverê nake.

Silêman Fano her wiha got, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî soz dabû devera Şingalê, ku ji ber şerê terorê wêran bûye, avedan bike lê derket holê ew soz vala bûne.

Wî endamê nahiya Sinûnê anî ziman ku xelkê Şingalê ji sozên Ebadî bê hêvî bûne û got, jiyan li deverê nemaye, xelk neşên hatin û çûnê bikin. Em daxwaz dikin Heşda Şeibî li devera Şingalê nemîne û li şûna wan Pêşmerge vegere Şingalê.

Basnews
Top