Edelman û Sullivan: Divê hemberî Tirkiye helwêstek tund were wergirtin
Edelman û Sullivan destnîşan dikin ku, Operasyona Efrînê ya Tirkiyê dikare serbazên Amerika û Tirkiye bîne hemberî hevûdu û bala Tirkiye bi awayek hişk dive bê kişandin.
Di berdewamiya gotara xwe de didin diyarkirin ku, “pêwendiyên Tirkiye ligel Rusyayê, nêzîkahiya ligel Îranê. Berjewendiyên dijber ên Tirkiyê û Amerika li herêmê her du hevkar anîne hemberî hevûdu.Lê Washington xwe zêdetir nerm tine ziman, ev yek jî li Tirkiye bi awayek xelet tê nirxandin. Erdogan bawer dike ku, pêdiviya Amerika bi wî heye û jiber vê helwêstên xwe her diçe tundtir dike. Beramberî vê ya baş ev e ku, desthilata Amerika berî ku pêwendî zêdetir xerab bibin, bi awayek zelal û hişk helwêsta xwe hemberî Tirkiye bînin ziman. Tirkiye dijî dorpêçên hemberî Îranê Operasyona têkbirinê ya herî mezin birêve bir, medyaya Tirk cîgahên veşartî yên yekîneyên Amerikayê li Suriyê belav kirin, bi bîngehên nerast Keşayê Amerîkî, karmendek NASA û du karmendên wezareta derve ya Amerika li Tirkiye hatin girtin. Ew kes di destê Erdogan de wekî dîl in…
Yek ji bijardeyên lipêş Amerika bikaranîna dorpêçê hemberî saziyên ewleyî, kart a aborî û kesên tevlî gendeliyê bûbûn e ye.
Ev helwêst bi awayek zelal dive ji rêvebirên Tirkiye re bên eşkere kirin…”
K24
