• Wednesday, 18 February 2026
logo

Iraq firokexaneyên Kurdistanê bo Umrê vedike

Gulan Media February 13, 2018 Nûçe
Iraq firokexaneyên Kurdistanê bo Umrê vedike
Hikûmeta Iraqê razî bû ku geştên Umrê ji firokexaneyên Herêma Kurdistanê dest pê bikin.



Desthilata Firokevaniya Sivîl a Iraqê bi nivîseke fermi eşkere kir ku “Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî razî bûye firokeyên veguhestina kesên diçin Umrê ji firokexaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê bifirin û deynin.”



Di nivîsa Desthilata Firokevaniya Sivîl a Iraqê de wiha tê gotin: “Ew rê dayîn bi merc e ku berdewam me ji hejmara geştan agahdar bikin.”



Bi hinceta Referandûma Serxwebûnê ya Başûrê (25.09.2017), hikûmeta Iraqê ji xeynî êrîşkirin û dagîrkirina nêzîka ji sedî 50ê axa Başûrê Kurdistanê, di çend waran de ambargo jî danî ser Herêma Kurdistanê. Yek ji wan ragirtina geştên navdewletî yên ji firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê bû. Bexdayê êvara roja 29.09.2017ê biryara xwe cîbicîh kir û heta niha jî berdewam e.

Rudaw
Top