Rûsya: Bêyî Kurdan kirîza Sûrya çareser nabe
Sergey Lavrov diyar kir ku Amerîka bi awyekî yekalî li Sûrya kar dike û gefê li yekîtiya wî welatî dike.
Hevdem li gel daxuyaniyn Lavrov, îro cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Mikhail Bogdanov ragihand, Amerîka hestê cudabûnê ji Sûryê li cem hin aliyên Kurdî germ dike.
Li gorî ajansa Sputnik a Rûsî, Mikhail Bogdanov gotiye ku Amerîka ji bo berjewendiyên xwe dixwaze Sûryê dabeş bike û ji bo vê mebestê hin aliyên Kurdî li Sûryê han dide ku doza cudabûnê ji wî welatî bikin.
K24
