• Wednesday, 18 February 2026
logo

Fransa piştîvaniyê ji çareser kirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê dike

Gulan Media February 13, 2018 Nûçe
Fransa piştîvaniyê ji çareser kirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê dike
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian bi seroaktiya şandeyekê ku, ji wezareta derve û balyozxaneya vî welatî li Bexda û konsulxaneya Hewlêrê pêkahtibû, bi serdaneka fermî gihişte Hewlêrê û roja duşemê 12.02.2018 digel Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê civiya.

Di civînê de ku Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr û hin birpirsln din berhev bibûn, dawîn pêşhatên danûstandinên komîtên teknîkî navbera Hewlêr û Bexdayê ji bona gotûbêjkirina çend pirsan pêk hatine nirxandin.

Herwiha behsa dîdar û civînên navbera her du serokwezîran, Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî li Bexadayê û Davosê kirin. Her du aliyan hêvî xwestin ku ew kanala ji bo danûstandinê hatiye vekirin bi encamên erênî bigehe û bibe sedema destpêkirina danûstanidinên siyasî ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan.

Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe bi serdanan Wezîrê Derve yê Fransayê ji bo Hewlêrê nîşan da û careka din sipasiya Serok Macron kir ku piştî aloziyên oktobera borî yekem car li Parîsê pêşwazî li şandeya Herêma Kurdistanê kir û ambargoya siyasî û diplomasî ku li ser Herêma Kurdistanê hatibû sepandsin şikand.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi navê gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya rola Fransa bi taybetî rola Serok Macron kir û ragehnad ku gelê Kurdistanê piştgirî û hevkarî yên Fransayê tu carî ji bîr nake û alîkarî û hevkarê yên vî welatî bi çavê rûmet û qedirgirtinê dinirxîne.

Gotûbêjkirina rewşa herêmê, prosêsa siyasî li Îraqê, hibijartinên Îraq û Herêma Kurdistanê, qonaxa piştî DAÎŞê, Konferensa Avadankirina Îraqê li Kuwêtê û giringiya beşdariya şandeya Herêma Kurdistanê di vê konferensê de çend mojarên din yên civîna Serokwezîrê Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Fransayê bûn.


Top