• Wednesday, 18 February 2026
logo

Şandeya Parlamentoya Kurdistanê li Efrînê civînek çapemeniyê li darxist

Gulan Media February 12, 2018 Nûçe
Şandeya Parlamentoya Kurdistanê li Efrînê civînek çapemeniyê li darxist
Şandeya Parlamantoya Kurdistanê ya ku serdana Efrînê kiribû li ber avahiya navenda rêveberiya Kantona Efrînê civîneke çapemeniyê li darxist.

Şandeya Paralamentoya Kurdistanê duh bi şev gihiştibû Efrînê. Şandeya ji nûnerên çend partiyên Kurdistanê pêk dihat ku Elî Halo ji Partiya Demokratîka Kurdistanê, Parlamenterê Gorran Şêrko Heme Emîn, Ebas Fetah ji Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û herwiha Sehrab Mîkaîl ji Yekgirtûya Îslamî pêk tê ku hemû parlamanterên partiyên xwe ne daxuyaniyek çapemeniyê dan.

​Tiştên sereke ji civîna çapemeniyê:

Em wek Parlamentoya Kurdistan çi bikarin ji bo Efrîn û xelkê Efrînê bikin û em ê hewl bidin ku rêyên dîplomatîk û mirovî vekin.

Em pabend in ku piştgiriyê bidin mafên mirovan li Bakurê Sûriyeyê.

Ew tiştê Tirkiye li Efrînê dike, dijî hemû qanûn, bingehên îradeya gelan û mafên mirovan e.

Her dewleteke ku baweriya xwe bi mafên mirovan û qanûnên navdewletî, azadiya biryardanê hebe, divê piştgiriyê bide viyan û xweragirtiya gelê Efrînê bike.

Top