• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li ser Efrînê Tirkiyê lêpirsînê li gel Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder dike

Gulan Media February 12, 2018 Nûçe
Li ser Efrînê Tirkiyê lêpirsînê li gel Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder dike
Serdozgeriya Komarî ya Enqerê, ji ber axaftinên wan ên derbarê operasyona Efrînê, li dijî hevseroka nû ya HDPê Pervîn Buldan û perlemanterê HDPê Sirri Sureyya Onder lêpirsîn vekir.

Serdozgeriya Komarî ya Enqerê derbarê vê mijarê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku di kongirê HDPê de, wêneyên serokê PKKê Ebdella Ocelan hatibûn bilindkirin. Herwiha hevseroka HDPê Pervîn Buldan û perlemanterê HDPê Sirri Sureyya Onder gotine: "Arteşa Tirkiyê li Efrînê dijî gelê Kurd ê sivîl operasyonan dike û Buldan û Onder bi van axaftinên xwe bangeşeya terorê kirine".

Serdozgeriya komarî ya Enqerê ji ber van tometan, derbarê Buldan û Onder lêpirsîn daye destpêkirin.

Basnews
Top