Nexweşxaneya Avrîn dosyaya şehîd û birîndaran pêşkêşî şandeya Başûr kir
Rêveberiya nexweşxaneyê dosyayek derbarê hejmara şehîdan û birîndaran radestî şandeyî kir.
Şandeya Parlamenterên Başûrê Kurdistanê ku şevê din gihaşt Efrînê, piştî daxuyaniya çapemeniyê û beşdarbûna merasîmê şehîdan, serdana nexweşxaneya Avrîn kir ku rewşa birîndarên êrîşên artêşa Tirk û çetetên wî ku hejmara wan derdora 480 birîndar in, bişopîne.
Rêveberiya nexweşxaneyê rewşa birîndaran û astengiyên ku ji ber kêmderfetan bi şandeyê ra naskirin.
Endamên şandeyê anî diyar kir ku gelê Başûrê Kurdistanê û Pertementoya herêmê berxwedana Efrînê silav dike û Efrînê bi keleha berxwedanê û sembola gelê Kurd û hemû gelên bindest bi nav kir.
Her wiha Rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn dosyayeke derbarê hejmara şehîdan û birîndarên sivîl ên topbarana artêşa Tirk radestî endamên parlementoyê kir da ku ji aliyê xwe ve pêşkêşî rêxistinên peywendîdar û Neteweyên Yekbûyî bike.
