Ala Talabanî li sînorê parêzgeha Bexda dibe namzed!
Li gor zanyariyên BasNewsê ku ji endamek fraksiyona YNKê li parlamentoya Iraqê bidest xistiye, Ala Talabanî ji aliyê YNKê ve û li ser daxwaza gruba xiyanetê ya 16ê cotmehê bo endamtiya parlamentoya Iraqê li sînorê parêzgeha Bexda bûye namzed. Herwaha aşkera kir gruba xiyanetê ji ber Ala Talabanî xwedî helwêsteke Iraqçîtî kiriye li Bexda bi bandor bûye û dengên pêwîst li Bexda wê bidest bixe û ji ber wê jî li Bexda wek namzed hatiye destnîşan kirin.
Nivîskar û endamê berê yê ofîsa ragehandina YNKê Ferîd Zamdar ji BasNewsê re ragehand, baweriya xelkê Kurdistanê bi Ala Talabanî nemaye, ji ber wê jî bi naçarî li Bexda bûye namzed û ragehand: ‘’Eger dengên pêwîst bidest bixe, dibe û ne dûre Ala Talabanî biçe nav pêkhateyên şîe. Ji ber ew bixwe jî dibêje bingehê wê şîe ye û li ser eşîra Benî Esed e.’’
Ferîd Zamdar dibêje, Ala Talabanî eger dengên pêwîst jî bidest nexe, wê demê ji aliyê Heyder Ebadî yan jî Nûrî Malikî û rêveberên şîe yên Iraqê ve dê alîkarî jê re bê kirin, ku careke din bibe endamê parlamentoya Iraqê û li hember herêma Kurdistanê û hewldanên kurd ên serxwebûna Kurdistanê dê bikarbînin.
Basnews
