• Wednesday, 18 February 2026
logo

Wezîra Berevaniya Almanyayê nexweşxaneyeke taybet bo Hêzên Pêşmerge vekir

Gulan Media February 11, 2018 Nûçe
Wezîra Berevaniya Almanyayê nexweşxaneyeke taybet bo Hêzên Pêşmerge vekir
Wezîra Berevaniya Almanyayê Ursula Von Der Leyen li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê serdana Hêzên Pêşmerge û rahênerên almanî kir.



Wezîra Berevaniya Almanyayê Ursula Von Der Leyen avahiya nexweşxaneyeke taybet bi çareserkirin û dabînkirina pêwîstiyên hêza Pêşmerge vekir ku di qonaxa yekem de 6 milyon euro jêre hatiye dabînkirin û biryare heta meha Îlona îsal bidawî were.



Ursula Von Der Leyen civîneke çapemeniyê saz kir û got: “Ez kêfxweş ku îro li Hewlêrê ji bo serdankirina Hêza Pêşmerge û leşkerên me. Bû sê sal û nîv bi berfirehî me bi hev re kar kiriye. Îro jî ez gihîştim wê baweriyê ku Pêşmerge di warê perwerdekirinê de serkeftin û pêşketina baş dîtin.Leşkerên me yên jin û zilam, hertim ji me re behis dikin ku di dema perwerdekirinê de, hem hez û xwestekeke mezin a hêzên Pêşmerge ji bo fêrbûnê heye û hem jî qerehemaniyeke mezin jî di çavê wan de tê dîtin.”



Leyen tekez kir ku Iraqê li kêleka Hêza Pêşmerge serkeftin li dijî DAIŞê bidest xistin û wiha pê de çû: “Em dizanin bi serkeftina leşkerî bi ser DAIŞê, aramî venagerin, lewma niha em derbasî qonaxeke din dibin û di qonaxa veguhestinê de em dixwazin vê serkeftinê bicî bikin û bi hev re li gel hikumeta navendî vê serkeftin bo temamiya Iraqê bicî bikin. Lewma divê hêzên baş ên leşkerî werin avakirin û divê kar li ser mijarên lojistîk were kirin û sîstemeke tendirûstiyê ji bo van hêzan were avakirin. Piştî ku me qonaxa perwerdeyê bi serkeftî derbasî kir, doh li Bexdayê û îro li vir emê gelek pêşniyaran kom bikin, ji bo ku em bikarinbin ligel qonaxa aramiyê bimeşin.”



Di berdewamiya axaftina xwe de Wezîra Berevaniya Almanyayê got jî: “Em hemû dizanin Pêşmerge bi nûneratiya me û nûneratiya hemû cîhanê şereke mezin li dijî DAIŞê kir. Em spasiya wan dikin, lewma dixwazin şirekatiyek demdirêj di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk bînin.”

Rudaw
Top