Brîtanya bersiva rêveberê payebilind ê HSDê da!
Duh 10.02.2018ê Fermandarê HSDê Rêdûr Xelîl bi daxuyaniyek çapemeniyê ve ragehandibû ku her du çekdarên DAIŞê yên Brîtanyayî û bi navên Alexanda Koten û Şafiî Şêx ji aliyê HSDê ve hatine girtin û heta naha ti aliyekê li ser wan her du çekdaran ti daxwazek ji me nekiriye.
Li gor nûçeya çapemeniya Brîtanya îro 11.02.2018ê Wezîrê Berevaniya Brîtanya Gavin Williamson ragehandiye ku, Brîtanya rêgezname ango hemwelatîbûn ji wan her du kesan wergirtiye.
Herwaha Gavin Williamson ragehandiye ku welatê wan her du çekdarên DAIŞê wernagre û diyar kiriye ku ‘’Pêwîst nake ew du çekdarên tund wegerin bo Brîtanya.’’
Basnews
