• Wednesday, 18 February 2026
logo

Efrîn YPGê du helîkopterên Artêşa Tirkiyeyê xistin

Gulan Media February 11, 2018 Nûçe
Efrîn YPGê du helîkopterên Artêşa Tirkiyeyê xistin
Hêzên parastina gel YPG ragihand ku “hêzên wan duh şemiyê ne helîkopterek tenê lê du helîkopterên Artêşa Tirkiyeyê xistine.

Li gorî daxuyaniya YPGê, “duh hêzên me du helîkopterên Artêşa Tirkiyeyê li Efrînê xistine ku me xistina helîkopterekê ragihandibû û dewleta Tirkiyeyê jî ew tişt qebûl kiribû.

YPGê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Piştî pêwendîdanîna li gel fermandarên li eniyên şerî û ragihandina Tirkiyeyê ya ku 11 leşkerên wan îro hatine kuştin, ji me re hat piştrastkirin ku ew helîkoptera hatibû xistin û belgekirin ya êrîşê bû û muretebata wê ji fermandar û guleavêjekî pêk tê. Lê şervanên me li ser heman mihwerî, helîkoptereke skorski ya leşkeran dibe xistiye û 9 leşker tê de bûn ku hemû jî hatin kuştin. Bi vî awayî hejmara kuştiyan 11 ne wek medyaya Tirkiyeyê ragihand”.

Waar.tv
Top