• Wednesday, 18 February 2026
logo

Rêdûr Xelîl: Rûsya welatê yekemîne êku rêkketinên eşkera di gel DA’IŞê pêkanîn

Gulan Media February 10, 2018 Nûçe
Rêdûr Xelîl: Rûsya welatê yekemîne êku rêkketinên eşkera di gel DA’IŞê pêkanîn
Berpirsê peywendîyên derve yê Hêzên Sûrîya Demokrat HSDê ragihand; Berî ku Rûsya propakinda bikaranîna teroristên DAIŞê di şerî dijî supayê Tirkiyê de li ‘Efrînê bike divê bas li hijmara welatîyên Rûsî di nava DAIŞê da bike yên niha di zîndanên HSDê de.
Di bersiva nûnerê Rûsyayê de li Neteweyên Yekgirtî yê propaginda bikaranîna teroristên DAIŞê ji alîyê HSDê ve kirî, Rêdûr Xelîl ragihand; Rûsya welatê yekê ye rêketinên eşkera di gel DAIŞê kirîn û teroristên wan ji devera Qelemûn û Cirod ya Lobnanî ji bo bajarkê Meyadîn li parêzgeha Dêrezûrê li ser sinorê Îraqê veguhastîne.
Rêdûr xelîl got jî: Tometbarkirina nûnerê Rûsya bo HSDê wê rastîyê naveşêre ku HSDê DAIŞ d paytextê wê da li bajarê Reqqe şkandye, ta niha jî şerê wê rêkxistinê li ser axa Sûrîyê dike.
Berpirsê peywendîyên derve yên HSDê ragihand jî; Helwestê Rûsya ji bo tometbarkirina hêzên wan, bi tenê piştevanîyeke li dujminkarîyên Tirkiyê li ser ‘Efrînê û behaneye ji bo şerê zordarîyê.

waar.tv
Top