• Wednesday, 18 February 2026
logo

Israîl: Îranê ji aliyê Sûryê ve serweriya me binpê kiriye

Gulan Media February 10, 2018 Nûçe
Israîl: Îranê ji aliyê Sûryê ve serweriya me binpê kiriye
Artêşa Israîlê ragihand, ku firokeyeke wan hejmarek ji bingeh û navendên Îranî li Sûryê bordûman kir, lê piştî encamdana wan êrîşan, ew firoke hat xistin û herdu firokevanên wê rizgar bûn.

Peyvdarê artêşa Israîlê ragihand, firokeyeke bê firokevan ya Îranî, ji firîngeha T4 ya Tedmurê rabû û nêzîkî sînorên Israîlê bû, piştre êrîşî firokeya wan kir, lê wan karîbû wê firokeya bêfirokevan ya Îranê bînin xwarê, piştre firokeya Israîlî jî hat xistin.

Herwiha peyvdarê artêşa Israîlê, Îran bi xistina firokeya welatê xwe tometbar kir û got: "Îran serweriya Israîl binpê kiriye".

Ji aliyê xwe ve, ajansa fermî ya Hikûmeta Sûryê, ragihand ku artêşa Sûryê firokeyeke Israîlê anîne xwarê û bi gotina wê: "Ev ne yekem car e, ji ber ku berî niha jî artêşa Sûryê çend firokeyên Israîlî xistiye", lê artêşa Israîlê di daxuyaniya xwe de red kirk u bêtirî firokeyeke wê ji aliyê artêşa Sûriyê ve hatibe xistin.

k24
Top