Birûsk Heseke: Firokeyên Tirkiyê ti rojekê jî êrîşên xwe ranewestandibû
Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke, li Efrînê di hevpeyvînekê de ligel K24ê re Li ser jinûvebombebankirina Efrînê piştî rawestandina 4 rojan a firokeyên Tirkiyê de ragihand, Êrîşa firokeyên artêşa Tirkiyê ti rojekê ranewstiyabû, rast e çend rojan kêm kiribû.”
Herwiha Birûsk Hesekê got: “Tirkiye xwast li ser erdê bi riya çeteyên xwe derbas bibe, lê rastî berevaniyeke tund ji aliyê YPG û YPJê hat û bi şûn ve vekişayan, lewre got heger ew careke din bi firokeyan bi tundî êrîş neke, dê bibin bikeve. Loma Tirkiyê careke gundê û navçeyên Efrînê û herwiha vê carê jî taxên Efrînê bombebaran kir.”
Firokeyên Tirkiyê êrîşên xwe li ser Efrînê ji bo 4 rojan kêm kiribû, lê ji şeva 8ê Sibatê ve careke din bi tundî gund û navçeyên Efrînê bombebaran kir û vê carê li tax û nêzîkî Efrînê jî bombebaran kiribû.
k24
