• Wednesday, 18 February 2026
logo

Tirkiye: Operasyona Efrînê ne bi moleta ji Amerîka dest pê kir ta bi fermana wê bidawî bibe

Gulan Media February 10, 2018 Nûçe
Tirkiye: Operasyona Efrînê ne bi moleta ji Amerîka dest pê kir ta bi fermana wê bidawî bibe
Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyê Fîkrî Işik dibêje, wan ji bo operasyona Efrînê mohlet Amerîkayê wernegirtine û li ser daxwaza Amerîkayê jî dawî li operasyonê naynin.

Fîkrî Işik beşdarî televîzyoneke taybet a Tirkiyê bû û di derbarê operasyone Efrînê de got, YPG li dijî ewlekariya netewî ya Tirkiyê gef e û heta YPG jinav neçe operasyon ranaweste.

Di derbarê hişyarî û rexneyên welatên Ewropî û Amerîkayê de jî Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyê got, wan dema dest bi operasyona Efrînê kiriye mohlet ji Amerîkayê wernegirtibûn û li ser fermana Amerîkayê jî dawî li operasyonê naynin.

Biryar e Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tîllerson sibe serdana çend welatên Rojhilata Navîn bike û li gor Peyvdarê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Tillreson dê li Enqerê sînordarkirina operasyona ser Efrînê bîne rojevê.

k24
Top