• Wednesday, 18 February 2026
logo

YPJ: Tirkiye bi hevkariya DAIŞ û Bereya Nusra dixwaze Sûrya dagîr bike

Gulan Media February 9, 2018 Nûçe
YPJ: Tirkiye bi hevkariya DAIŞ û Bereya Nusra dixwaze Sûrya dagîr bike
Peyvdara Yekîneyên Parastinî Jinê (YPJ) Nesrîn Ebdella ji Kurdistan24ê re ragihand, ku Tirkiye be rêketin li gel DAIŞê û Bereya Nusra dixwaze Sûrya dagîr bike.

Nesrîn Ebdella ji K24ê re got: "Emê şerê Efrînê bigehînin cîhanê û em bihêvî ne aliyên navdewletî helwesta xwe li ser wî şerî bidin xuyakirin û fişaran li ser Tirkiyê bikin daku şer rawestîne".

Operasyona (Şaxê Zeytûnê) ya artêşa Tirkiyê li Efrînê ket roja xwe ya 21ê de, li gorî daxuyaniyên YPG û YPJ, heya niha wan nehiştiye artêşa Tirkiyê armancên xwe pêk bîne.

Şevê din jî, firokeyên cengî yên Tirkiyê, piştî rawestana nêzîkî hefteyekê, dubarê êrîşî bajarê Efrînê kirin û di encamdê de sê welatî şehîd bûn û hejmarek welatiyên din jî birîndar bûn.

Hevdem artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ku firokeyên wê 19 armanc li nav bajarê Efrînê bordûman kirin.

K24
Top