• Wednesday, 18 February 2026
logo

Jibo welatîyen Surîye azad bijîn Supaye Tirkîyê tên kuştin û ciwanên Surîyê li Tirkîyê nargîlê dikişînin

Gulan Media February 9, 2018 Nûçe
Jibo welatîyen Surîye azad bijîn Supaye Tirkîyê tên kuştin û ciwanên Surîyê li Tirkîyê nargîlê dikişînin
Cihgirê serokê Koma CHPê Engîn Ozkoç, Supaye Tirkîyê jibo welatîyen Surîyê azad bijîn û sînore xwe bi parêzin operasyonê pêk tînin û tên kuştin, ciwanen Surîyê li Tirkîyê nargîle dikişînin.
Cihgirê serokê Koma Partîya Komarîya Gel (CHP)ê Engîn Ozkoç li parlementoya Tirkîyê kongreyeka rojnamewanî pêk anî û rexne li polîtîkaya Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP)ê ya operasyona Efrîne kir.
Li ser operasyona Efrînê axivî û got:”Tirkîyê operasyonêk giring pêk tîne mirî û birîndaren me hene. Em jibo wan sersaxîye dixwazin. Ramanen CHPê li ser vê babetê zelalê divê em mafên xwe heta davîye biparêzin. Belê em li hemberî çuna Efrîne derdikevin. Sedema vê jî li ve nawende sivîl pirin û li vê herême jibo şerê dijwar mirina sivîl û leşkeran vê pir be. Jibo ewlehîya sînore Tirkîyê bi keve ewlehîye heta ciheke dive be çûyin. Li ser PYDê me got heger Tirkîyê û Surîyê yek tişte bi fikire bila hukumeta Surîyê re hevdîtin bê kirin kiyamet rabû û hemu kesê êrîş li ser CHPê kir. Penaberên Surî piştî ku aşitî hat damezrandin divê demêk nêzîk de wegerin ser axa xwe. Li Tirkîyê 3 milyon û nîv penaberên Surîyê hene. Supaye Tirkîyê jibo welatîyen Surîyê azad bijîn û sînore xwe bi parêzin operasyone pêk tînin û tên kuştin, ciwanên Surîyê li Tirkîyeê nargîlê dikişînin. Ji sibe heta evarî jibo jîyana xwe di aramîye de derbasbikin ji derfetên Tirkîyê kar tînin. Çawe me li sînore kesê tuneye û belê dive piştî aşitî bê darizandin demek nezîkde hukumeta Surîyê re hevdîtin bên kirin û ev wegerin welate xwe.
”Engîn Ozkoç rexneyên tund li AKPê kirin û got seroke wan ye giştî Kemal Kiliçdaroglu dike armanc û wiha berdewam kir:”PKKê û DAIŞê xwest êrîşa li Kiliçdaroglu bike. Li derheqê PYD-YPGê de biryara dagehe hebû ku vek rexistina terori hatibû nîşendan. Belê serokwezîrê wî demî Ahmet Davutoglu û wezîre derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu bi peşvazîyek fermî Salîh Muslum peşvazî kirin û hevdîtin pêk anîn. Dive Davutoglu û Çavuşoglu ji sedema alîkarîya rexistina terorî ben darizandin.

Waar.tv
Top