Balafirên Tirkiyê careke din bajarê Efrînê bombebaran kirin
Rojnamevan Mihemed Billo ji bajarê Efrînê li ser rûpela xwe ya Facebookê ragehand ku, berî demekê balafirên Tirkiyê piştî rawestandina 4 rojan ji êrîşên esmanî careke din destpêkirin û gundê Aşkanê rojava li bajarê bombebaran kirin.
Herwiha da zanîn ku, balafirên Tirkiyê bi berdewamî li ser esmanê bajarê Efrînê firînê dikin û heta niha ziyanên wê êrîşê nehatiye zanîn.
Rudaw
