Mekteba siyasî ya PDKê bi serperşitiya Barzanî kombû
Peyamnêrê WAARê li Hewlêrê ragihand; Mekteba sîyasî ya PDKê îro bi serperşitîya Mes’ûd Barzanî serokê PDKê û Nêçîrvan Barzanî cêgirê serokê PDKê kombû û tewerên serekî yên kombûnê, pişikdarîya Kurdan di helbijartinên bê yên Îraqê û bi taybet pişikdarîya PDKê, herwesa peywendîyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.
Got jî: PDK bas li pêguhera danûstanên Hewlêr û Bexdayê kir, ger negehiştin ti encaman, herwesa rewşa navxweya Herêmê tewerekê din yê kombûnê bû û çaverêye ragihandinekê li dor naveroka kombûnê bê belav kirin.
Waar.tv
