• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokwezîr û Balyozê Amerîkayê pêşhatên navbera Hewlêr û Bexdayê dinirxînin

Gulan Media February 9, 2018 Nûçe
Serokwezîr û Balyozê Amerîkayê pêşhatên navbera Hewlêr û Bexdayê dinirxînin
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja pêncşem 2018/02/08 pêşwaziya Silliman Douglas Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê li Iraqê û şandeka pê re kir.

Serokwezîr û Balyozê Amerîkayê behsa dawîn pêşhatên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin, bi taybetî komîtên tîkildarên pirsa mûçe û helgirtina qedexeyî ya ser firkexaneyên Herêma Kurdistanê.

Her wiha hêvî xwestin ku diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê encmên erênî hebe û rê ji bo çareser kirina hemû pirsgirêkên navbera her du aliyna xweş bike.

Serokwezîr û Balyozê Amerîkayê bal kişandine ser pişkdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li konferansa avedankirna Îraqê ku biryar e li welatê Kuwêtê bihê sazkirin.

Her wiha pêdagirî li ser pişka Herêma Kurdistan ji proje yên avedankirina Îraqê kirin.

Li dawiyê jî behsa hilbijartinên Îraq û Herêma Kurdistanê û pirosêsa siyasî û rewşa Îraqê û deverê piştî nemana DAIŞê li Îraq û Sûryê kirin.


Top