• Wednesday, 18 February 2026
logo

Kılıçdaroglu: Tirkiyê dê zîyanên mezin bide û nikare ‘Efrînê bigire

Gulan Media February 8, 2018 Nûçe
Kılıçdaroglu: Tirkiyê dê zîyanên mezin bide û nikare ‘Efrînê bigire
Serokê Parta Gel ya komarî CHPê ragihand; Supayê Tirkiyê biçe nava ‘Efrînê dê zîyanên mezin hebin û roj bo rojê dê termên zêdetir bên Tirkîyê û ew bajar nakeve destê wan.
Kemal Kılıçdaroğlu serokê giştî yê CHPê got: Ta niha Tirkiyê nêzî bidestxistina armanca xwe li ‘Efrînê nebûye û rojane qorbanî zêdetir dibin, lew ew pêşnyaz dike ku hkumeta Tirkiyê tenê heta wan cihan pêşvebiçe yên ku aramîya sinoran berqerar diken û zêdetir pêşveçûnan neke.
Got jî: Supayê Tirkiyê biçe nava ‘Efrînê dê zîyanên mezin hebin û roj bo rojê dê termên zêdetir bên Tirkiyê û dawî car jî ew bajar nakeve destê wan û dê bi şkestin ji bo Tirkiyê vebigere.

Waar.tv
Top