Sîpan Hemo: Ta niha 11 tankên Tirkiyê li Efrînê hatîne jinavbirin
Sîpan Hemo fermandarê giştî yê YPGê di hevpeyvînekê da ji bo rojnameya Şerq El_Ewset got, nêzî 3 heftîya ne supayê Tirkiyê û girûpên çekdarên ser bi wê ve êrişî ‘Efrînê diken, lê ta niha çi pêşveçûn nekirîne û got: Tirkiyê di wê bawerê dabû ku di demeka nêz da bi armanca xwe bigehin lê ev yeke nehate rûdan.
Eşkera jî kir, supayê Tirkiyê di operasyona xwe ya li ser ‘Efrînê bi tenê 500 metran derbazî axa wî bajarî bibin û da zanîn jî, şervanên wan ta niha karîne 11 tankên supayê Tirkiyê li sinorên bajarê ‘Efrînî jinavbiben.
Waar.tv
