• Wednesday, 18 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî ji bo lihevkirinê dê serdana Bexdayê bike

Gulan Media February 5, 2018 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî ji bo lihevkirinê dê serdana Bexdayê bike
Weha biryare li demekê herî nêz de Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê seredana Bexdayê bike û berdewamîyê bide gotûbêjên digel hikumeta Îraqê.
Jêderekî ji civata Wezîrên Herêma Kurdistanê taybet ji bo WAARê ragihand; Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê dê li demekê nêz de seredana Bexdayê bike û digel Heyder ‘Ebadî serokwezîrê Îraqê kom bibe.
Diyar jî kir: Ev seredan dê berdewamîdan be bi gotûbêjên digel hikumeta Îraqê ku berîya demekî dest pê kirîne .
Li gorî agahîyên WAARê seredana Nêçîrvan Barzanî ji bo Bexdayê, wê rêkeftin û lêtêgihiştinê bi xwe re bîne, li ser pirsgirêkên rêvebirina derîyên sînorî û balafirxaneyan û mûçeyên fermanberan”.
Li naverasta meha derbazbûyî Nêçîrvan Barzanî seredana Bexdayê kir û piştî kombûna xwe li gel Heyder ‘Ebadî , bi seredanekê gehişte Tehranê û paşan li Davos carekadin li gel ‘Ebadî kombû û li ser nexşerêyekê ji bo çarekirina kêşeyên Hewlêr û Bexdayê rêketin.
Kerîm Şingalî wezîrê Navxwe yê hikumeta Herêmê berîya niha ragehand bû, Hewlêr û Bexdayê 4 rêkketin li dor kêşeyên navbera xwe kirîne û çaverêyî îmzakirinê ne.

Waar.tv
Top